ycliper

Популярное

Музыка Кино и Анимация Автомобили Животные Спорт Путешествия Игры Юмор

Интересные видео

2025 Сериалы Трейлеры Новости Как сделать Видеоуроки Diy своими руками

Топ запросов

смотреть а4 schoolboy runaway турецкий сериал смотреть мультфильмы эдисон
Скачать

Rojen Barnas - Rojbaş Roza

Rojba�

Roza

Rojen

Barnas

HQ

izle

indir

payla�

Автор: ebulenin

Загружено: 2012-09-10

Просмотров: 167690

Описание: rojbaş
beyanî be xêr
ez û tu
bi çivik-firê
sê hezar kîlometre ji hevûdû dûr
lê, bi giyanî
ji canê hev ji hev re nêziktir in.

dengê min nagihîje te, dizanim
di vê berdestî sibê
di xewka şîrîn
pêjnê
hilîne
ku bibêjime:
di xewnê de rojbaş
di xeyalê de beyanî be xêr.

bi nermî çavên xwe veke
tevzî li ser tavzîyê bi şîranî
belav ke li canê xwe
û bi giranî
bi bîr bîne ku
ev herikîna pêlên pêjnîn
di ser bej û derya de
bi milmilîn
bi axîn
derketiye.

ev ne nonûçe ye, metirse
ev ragihîn
ev dazanîn e, ji dilê min ve
dilê min
kaniya agir
dilê min
kevanê evîn.

xarîta dinyayê veke li ber xwe
li hêla bakurîn binihêre
tê bibînî
bejekî
ku mîna nikulekî kêrr
serejêrî atlantîkê biye
serî,
ji derya qeşemê gewr
û dilê wê
ji bêriya rojê dixewire
a...
ha!
li wir e,
hêlîna tenyayiya dilê min.

gul li şaxê
kulîlk di guliyê xwe de geştir e.
ku ji avê derkeve
masî
dimire
rast e,
meriv meriv gotiye
masî jî masî...
em,
ne masî ne, ne gul in, ne kulîlk
bi çavek xwas
gava lê bê nihêrtin-
lê em jî
ji hêlîna xwe ya çande-civakî
ku dûrkevin
ji wan gelek
ne teveltirin.

ez,
ne şaxa hewrê
ne şiva mêwê me
ku bêreh hêşîn bibim ji nû ve
ji nû ve reh berdim di axê de.

tu wisa
bi çavekî xwas
bi mantiqekî rût
li sinê min menihêre.

heriya min,
di teşta çandekî mêjûyî de
bi hezar salan
hatiye hevîrkirin
û ez hatime patin
di hêtûna
netewebûyîna
gelekî
kevintirîn

û ez
ji zerduşt pîrtir
ji sedsaleya xwe
hêşîntirîn.

biyanîtî dijwar e, roza
biyanîtî,
kabûsekî har e, di ser sînga meriv de
û tenyayî
mîna dilopekî xwas
li okyanûsa mezin
bi serê xwe:
bê windabûn,
bê fetisîn
jiyîn...

ey tîhna di nav pêlên xwînê de!
meqerime
meqerise
raneweste weşekî
bifûre
bikele
meawiqînê gera xwe
haya te
ji te
hebe.

bo welatê xwe, ji welat dûr im
bo welatê xwe cêlî û tenya
bo welatê xwe,
li van deveran tengezar im.

ey olana heyvê
ku niha
leylana wê li diclê
li firatê diîse
an mîna keçperiyek dileyize
li ser deryaça wanê
û ey kevirên reşî amedê
ku niha
li ber tava wê dibirise:
hûn nizanin ku dilê min
çawa bi we ve ye,
bi bêriya we çawa davêje
çawa dimerise
ji weşê carek.

rozayê!
xweşkokê
şîrînê
hişazayê
li pêş vêna min ronahî
di şêna min de, serketina li xwezayê
lê,
bûka yekşevîn
ku tevî zavê ranezayê:
ramîse ji ber min ve
bi çavên xwe î kesk î belek
stêrkên me
yek bi yek
û derkeve pêrgîna rojê
bi sariya sibê
bibêje:
"ey dostê min î rabirdû
mefera pêşbîra me!
tê kengê bibişirî ji me re?
kengê bi me re
derkevî serketinê?"

roza!
dilmiza, evîna min
xweşî şahî bo te
rojbaş
beyanî be xêr.

Не удается загрузить Youtube-плеер. Проверьте блокировку Youtube в вашей сети.
Повторяем попытку...
Rojen Barnas - Rojbaş Roza

Поделиться в:

Доступные форматы для скачивания:

Скачать видео

  • Информация по загрузке:

Скачать аудио

Похожие видео

ViyaN u AgiR

ViyaN u AgiR

Yalda Abbasi Mohsen Mizazade Le Yare - يلدا عباسي - لي ياري

Yalda Abbasi Mohsen Mizazade Le Yare - يلدا عباسي - لي ياري

Tual – Tiryakinim (Opera Flamenco Version) | Echoes Anatolia Celestial

Tual – Tiryakinim (Opera Flamenco Version) | Echoes Anatolia Celestial

Mona Roza - Can Demiryel (Sezai Karakoç)

Mona Roza - Can Demiryel (Sezai Karakoç)

Rojbaş Roza | Rojen Barnas | “hûn nizanin ku dilê min çawa bi we ve ye”

Rojbaş Roza | Rojen Barnas | “hûn nizanin ku dilê min çawa bi we ve ye”

Rênas Jiyan - Sirûda Kurdistanê

Rênas Jiyan - Sirûda Kurdistanê

LI HERÎ JORÊ (klîba nû 2023)

LI HERÎ JORÊ (klîba nû 2023)

Rojbaş Roza - Rojen Barnas

Rojbaş Roza - Rojen Barnas

Rojbaş Mayakovsky

Rojbaş Mayakovsky

Hozan Dino - Oy Yare (Oy hevale) REMASTERED 2024

Hozan Dino - Oy Yare (Oy hevale) REMASTERED 2024

Nizamettin Ariç - Mizgîn Tahir - Nezir Palo  -  Êşa Rojava

Nizamettin Ariç - Mizgîn Tahir - Nezir Palo - Êşa Rojava

Brader - Harunê Min

Brader - Harunê Min

strana wei lo wei lo ya shivan perwer

strana wei lo wei lo ya shivan perwer

Rojen Reş - 💔 | New Kurdish Song 2025

Rojen Reş - 💔 | New Kurdish Song 2025

Yehya Omeri /Anatomiya Demsalen Zer #YehyaOmeri #Helbest #AnatomiyaDemsalenZer

Yehya Omeri /Anatomiya Demsalen Zer #YehyaOmeri #Helbest #AnatomiyaDemsalenZer

Agirê Jîyan - Hêlîn (Official Audio © Kom Müzik)

Agirê Jîyan - Hêlîn (Official Audio © Kom Müzik)

Rênas Jiyan - Janya - binnivis (altyazılı sesli) Fermo Janya! êdî tu dikarî xwe bikuje  YouTube

Rênas Jiyan - Janya - binnivis (altyazılı sesli) Fermo Janya! êdî tu dikarî xwe bikuje YouTube

XELÎL XEMGÎN- DELAL

XELÎL XEMGÎN- DELAL

Rêwîyen Xakurkê

Rêwîyen Xakurkê

Varon Candemir - Cîgeram | Klîp © 2024

Varon Candemir - Cîgeram | Klîp © 2024

© 2025 ycliper. Все права защищены.



  • Контакты
  • О нас
  • Политика конфиденциальности



Контакты для правообладателей: [email protected]