ycliper

Популярное

Музыка Кино и Анимация Автомобили Животные Спорт Путешествия Игры Юмор

Интересные видео

2025 Сериалы Трейлеры Новости Как сделать Видеоуроки Diy своими руками

Топ запросов

смотреть а4 schoolboy runaway турецкий сериал смотреть мультфильмы эдисон
Скачать

Bîranîna Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv

Автор: Yekbûn TV

Загружено: 2025-08-09

Просмотров: 241

Описание: Şeva bîranînê ya 4emîn salvegera mirina Serokê Federasyona Komeleyên
Kurd a Navneteweyî (FKKN) ya berê, prof. Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv
**

KINYAZÊ ÎBRAHÎM MÎRZOYÊV

Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv (01.05.1947 – 08.08.2021) – prof., akademîsyen, kurdolog, serokê Yekîtiya Kurdên Qazaxistanê, serokê Federasyona Navneteweyî ya Diasporayên Kurda (FNDK).
1ê Gulana 1947an li Ermenîstanê hatiye dinê.
Rojhilatzan, kurdzan, rexnevanê wêjeyê, doktorê zanistên fîlolojiyê, profesor, akademîsyenê, di Ûnîversîteya Qazaxistanêye Dewletê ya Almatê da serokê navenda zimanên cîhanê û serekê Yekîtiya Kurdên Qazaxistanêye bi navê “Berbang”.
K.Mîrzoyev demeke dirêj di Ûnîvêrsîteya Dewletê ya Ermenîstanê da, li ser para ziman û wêjeya Azerbaycanê rêvebertî kiriye. Di encama şerê azerî û ermeniyan da, di salên 90î da mala xwe bar kiriye Qazaxistanê, di Ûnîversîteya Abay a Dewletê li Almatê serkartiya para Fîlolojiya Rojhilat kiriye û bûye prorektorê (cigîrê rektor) zanîngehê.
Di bin serektiya K. Mîrzoyêv da ji dehan zêdetir kes pîşeyê fîlolog û zanyariyê qezenc kirine. Bûye şêwirmendê gelek monografiyên doktorayê.
Endamê Yekîtiya Nivîskarên YKSS (Yekîtiya Komarên Sovêta Sosyalîst), serekê para Azerbaycan a Yekîtiya Ermenistanê bûye û redaktoriya kovara “Edebî Ermenistan” kiriye. Di heman demê da endamê PEN-a Kurd e û li Almatê serredaktoriya kovara “Nûbar” dike, ku ev kovar bi kurdî û rûsî tê weşandinê.
Di jiyana civakî û siyasî ya kurdên Sovêta berê û Komara Qazaxistanê da roleke çalak leyîstiye. Bûye cîgirê serokê Yekîtiya Giştî Kurdên YKSSyê –1991). Ji 28ê îlona 2003an serektiya “Berbang” - Yekîtiya Kurdên Qazaxistanê meşandiye. Ji sala 2002yan ve cîgirê serekê Yekîtiya Komeleyên Kurd ên Navneteweyî bûye.
Di 22ê cotmeha 1998an da madalya “Hurmetê” ya Komara Qazaxistanê wergirtiye, ji ber xizmeta xwe ya di hêla civakî û perwerdeyê de.
Di sala 2006an da pirtûka wî ya bi navê “Zimanê kurdî” ku du cîld in û ji bo komên 2-5 û 6-9 hatiye amadekirin, ji aliyê Wezareta Perwerde û Zanistê ya Qazaxistanê ve hatibû pesendkirin, weke pirtûka dersê derkete ronahiyê. Wî usa jî sala 2006an “Bername û rêberiya mêtodîkayê ji bo mamosteyê zimanê kurdî” amede kiriye (ji bo dersxanên 2-9-an).

Pirtûkên wî yên girîng:
“Ji dîroka têkiliyên wêje ya Azerbaycan-kurd”. Erîvan, 1975.
“Nivîskarên Azerbaycana Îranê di derheqa kurdan de”. Êrîvan, 1975.
“Wêjeya neteweyî û pevgirêdanên wêjeyê”. Êrîvan, 1985.
“Asoyên wêjeyî”. Êrîvan, 1987.
“Pira dostaniyê”. Bakû, 1989.
“Nîzamî û wêjeya gelên Rojhilat”. Almata, 1995.
“Têkiliyên navbera wêjeyan û pirsgirêkên varisî”. Almaata, 1996.
“Çarenûsa dîroka wêjeya kurd”. Almaata, 1998.
“Kurd. Ansîklopediya biçûk”. Almaata, 2001.
“Kurd”. Almaata, 2003 /bi Îngilîzî/.
“Wêjeya kurdî/Wêjeya gelên Qazaxistanê”. Almaata, 2004.
“Zimanê kurdî (2 cîld)”. Almaata, 2006.
“Bernameya mêtodîk a zimanê kurdî (Ji bo mamosteyên komên 2-9)”. Almata, 2006.
“Kurd”. Brûksel, 2006 /bi hollandî/.
“Antolojiya dîrok û wêjeya kurd”. Almata. /Bi qazaxî/ (li ber weşanê ye).

Hejarê Şamil

Не удается загрузить Youtube-плеер. Проверьте блокировку Youtube в вашей сети.
Повторяем попытку...
Bîranîna Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv

Поделиться в:

Доступные форматы для скачивания:

Скачать видео

  • Информация по загрузке:

Скачать аудио

Похожие видео

© 2025 ycliper. Все права защищены.



  • Контакты
  • О нас
  • Политика конфиденциальности



Контакты для правообладателей: [email protected]