Dîroka -Çîroka Bafê
Автор: Folklora Kurdan
Загружено: 2022-12-17
Просмотров: 1191
Описание:
#çîrok #dîrok #bafe
Navê vîdeo : Dîroka -Çîroka
Vebêj: Avlê Emerê Zeynêl
Cihê qeydê: Hezexê
Proje: Veysel Vesek
Arîkarî: Akîf Kaplan
Deşîfrasyon: Akîf Kaplan
Jêrnivîs: Veysel Vesek
Vîdeo çêkirin: P.K Ajans.
Derhêner:Rojîn Aslan Vesek
Vîdeo qeyd: Rojda Ezgî Oral
Herêm: Bota Tor Harûna-gundê Bafê
intro muzik: Ozan Irmak
İntro muzik çavkanî: Yaser Vesek
Dîroka -Çîroka Bafê
Ez Avlê Hacî Emerê Zeynêlê Bafeyî ma. Em ê hinekî ser kultûra xwa, andîgarîya xwa ya gundê xwa em ê hinekî j’xwa ra sohbet kin. Hecî Bafê ya, bafê gundekî berav a, zûrê wê hena, deşta wê heya, gêrê wê hena, qelaçê wê heya, latî û çîyayê wê heya, gundekî xweş a û kehnîyê zahf in, Wellah niha kehnîyê wê j’boy salê hişkayî kehnîyê wê gelek jê çikahana, lê gundê ma zehf xweş a, endîgarîya wê xweş a, coxrafya wê jî zehf xweş a.
Carê zarokî em diçûna, dewamî wilo em diçûna ber kehra, em ji kehra sibha d’çû ber kehra nîvro em hatin, nîvro em çûne şêt me şêt xwe d’kir av, hingî ava şêt zehf xweş bû. Em dîsa nîvro d’çûna îşê xwa, em diçûna paleyîyê xwa, em j’xwa ra d’leyîstin. Em birê d’leyîstin, em pîrkabeşonek d’leyîstin, em darşamar leyîstin, em pelkûşopik leyîstin.
Zarokîya ma xweş bû heyata me carê l’gund zehf xwaş bû. Bafê tişta ku em zanin, bafê em hemû bafeyî j’zirîyeta Elî Sînka na. Elî Sînka jî d’bêjin j’milê torê va hatina j’defnê hatina. Defnê, begê defnê hebû. D’bêjin begê defnê zilamkê zalimê zehf ne baş bû. D’bêjê heşa keçê xelkê tecawîz dikirin bi zilmîtî. D’bêjê bû dora keça Elî Sînka, go Elî Sînka çû begê defnê kuşt, j’wê dê xwûnî bû, hata ş’keftê Sînka.
Ş’keftê Sînka jî l’wê dê me’luma ew bin hikmê Mîrê Bota da bû, bin hikmê mîrê bota da wextê ku mîrê bota gelek cara me’luma eskerê xwa, herkes jî, wilo, begê wa hikim rêd’kirin dora aqarê wa, kî xerîb a, kî tê ser milkê wa. Diçin d’meyzênin d’bêjin wellah milateke xerîbê hatî j’va ş’kefta, ka meyzênin kî na. Ciwabê din mîr, mîr d’bêjê ka hera wa pirsin, ka ev çi kesekin, diçin d’pirsin, d’bejê wella nahêlin, me’luma elî sînka xweyî neyar a, kî nakin nahêlin bên nêzîkê wa, d’ berdina wa. Yaw d’bêjin belkî neyarê me hatna kuştina ma, yekî d’kujin yekî d’revê. Yê d’revê xilas d’bê, çê bêje wella hal û mesela ev a. Hevalê mi kuştin ez nizanim, ev çi kesekin.
Mîr rabû birekê dî rêd’kê û d’bêjê ka meyzê ev çi kesek bi zimanekî xwaş here xwa bigihîna wa, ka ev çi kesekin qena em zanibin ev kî na, zimanekê xwaş. Diçin birek eskerê xwe rêdkê wir, nêzîkê wa, badkina wa b’zimankî xwaş, d’bêjin hûn kî na çi kesekin, bavo em nehna kuştina wa, em hatna ku we nasbikin. Elî sînka d’bêjê wella ez Elî Sînka ma, ez xwûnî bûma, ez hatima e vêde mi xwa b’vir girtîya. D’bêjê mîr gotîya wella ez dawetlîyî cem xwa dikim, mi d’ vê em werim, em hevdo nas bikin hûn çi kesekin. Mîr go de ka bila j’xwa e niha b’wa ra nayêm, lê filan rojê ez ê ême cem mîr.
Ew miletê eskerê mîr çê jê pirsê d’bêjê wella mîrê mi hal û mesel gotîya em ê filan rojê êne serdana mîrê xwa û emê êne cem serserê xwa. Elî Sînka jî b’kurê xwa hemû b’sîlehê xwe va diçin (tişta qusura me efo bikin tiştê kêmayîyê me hebin, em gor zanîna xwa em dibêjin). Elî sînka b’kurê xwa va her kî b’silehê, tivingê wa milê diçina nêzîkê qesra mîr, eskerê nobetçîyê mîr d’bêjin ka sîlehê xwa deynin teslîmê me b’kin. D’bêjinwellah em teslîmê wa nakin. D’bêjin qetî’yen, d’bêjê na qebul nabê d’bêjin we b’vê qebul bikin we b’vê qebul nekin em halo na. Ciwab didin mîr, d’bêjê wellah hal û mesele sîlehê xwa nadin, teslîmê me nakin. D’bêjê em ê sîleha va çin cem mîr. Mîr d’bêjê de bila werin. Vêca gotibûna wextê ku çûyî gotbûn çi kese, gotbû ez Elîyê Bistirî ma. Wextê mîr go ka çê cem Elî Sînka, diçê cem mîr, mîr d’bêjê:
Elî Sînka te gotbû ez mîrê, ez Elîyê Bistirî ma. Vêca Elî Sînka eşaret dê kurê xwa d’bêjê herkeskê bêsîleha (bisîleh) bidnê da. D’bêjê a wellah rasta demek stirîyê mêra halo na.
Vêca em hingî hata, tê Bafê, j’wê dê êdî bafê dîyê da, axir êdî tê bafê û fileh d’Bafê da bûn. Mîr d’bêjê ti jî nav filha da ba û b’wa ra d’bê Bafê da ba.
Elî Sinka d’bêjê wellah mîrê em misilman in, iznê bida em ê mizgeftkî j’xwer çêkin. Ya filha dêr a, ya ma em êjî j’xwer mizgeftkî çêkin, dêra j’wa ra, mizgefta ma j’me ra. Mîr d’bêjê bila, izna te heya.
Elî Sînka rojkî d’çê serbanê dêrê bang didê, fileh d’bêjin çima, qîma me nayê, wellah Elî Sînka serbanê dêra ma bangdaya. Mîr d’bêjê qîma min nayê çima te wilo kirye, d’bêjê wellah mi wilo kir. Filah êdî hemû j’gund çûn. Ha j’hingî va ev hemû Bafeyî j’xerêza Elî Sînka na. Heft in, yek qelehana mana şeş.
Resûlka, Berxalidkî, Berhacîkî, Kurê Tehlo, Kurê Mexso ev xerêza Resûlka na. Derwêşka na, Çelebîka na, Hesamka na, Mehmet Eelîka na, E’zdînka na(e’zdînka niha ew jî d’gund de nemana), yê niha d’gund de ev in yê em dizain.
Not: Di çarçoveya qeydkirin û belavkirin projeya Folklora Gundê Bafê de hatîye qeyd kirin û ji alîyê CultureCivicê hatîye destek kirin.
Повторяем попытку...
Доступные форматы для скачивания:
Скачать видео
-
Информация по загрузке: