Çarînên Baba Tahir Hemedanî - Ikram Balekanî - رباعیات بابا طاهر همدانی - اکرام بالکانی
Автор: ikram Balekanî
Загружено: 2021-02-11
Просмотров: 1164
Описание:
Hin carînên Baba Tahirê Uryan ku wekî Baba Tahirê Hemedanî jî tê nasîn.
Nizanim kê ez rût û uryan kirime
Kîjan celadî ez bê can kirime
Ka bîne xencerê ez biqelêşim singa xwe
Da bizanim evînê çiqas wêran kirime
Her ew aşiq e ku ji can natirse
Her ew aşiq e ku ji can natirse
Kesê aşiq ji zincîr û zindan natirse
Dilê aşiq wek gurê birsî ye
Ew ji hey heya şivan natirse
Sê kul ketin dilê min yekcar
Xerîbî û esîrî û xema yar
Xerîbî û esîriyê çare heye
Xema yar û xema yar û xema yar
Delal, her du çavên min qesrên te ne
Delal, her du çavên min qesrên te ne
Birûyên min rêya hatin û çûna te ne
Pê xwe hêdî danê ser çavên min
Ez ditirsim, bijangên min biêşînin pê te
Yek derd û yek derman dixwaze
Yek derd û yek derman dixwaze
Yek hatin û yek çûnê dixwaze
Ji derd û derman û hatin û çûnê
Ez wê dixwazim ya ku delala min dixwaze
Ku dil dilber be, nexwe dilber kî ye
Ku dil dilber be, nexwe dilber kî ye
Eger dilber dil be, navê dil çî ye
Ez dil û dilber tevîhev dibînim
Nizanim dil kî ye û dilber kî ye
Helbest: #BabaTahir
Werger û Xwendin: #ikrambalekani
Ji bîr nekin bibin endam û zêdetir vîdeoyan temaşe û guhdarî bikin...
Hemû Çarînên Omer #Xeyam:
• Full - Çarînên Xeyam - رباعیات خیام
Keremkin li hin stranên Rojhilatê Kurdistanê yên herêma Urmiyê guhdarî bikin.
Lînk: • Видео
Xweştirîn helbesta Feqiyê Teyran ku beha eşq û evîna wî dike.
Lînk: • Evîna Feqiyê Teyran - Ikram Balekanî - بهت...
Eşq û Evîna Melayê Cizîrî (Nîşanî)
Lînk: • Eşqa Melayê Cizirî - Ikram Balekanî - عشق ...
Beşek ji strana Leyla Guven: • Beşek ji Strana Leyla Guven - Ikram Baleka...
Instagram: @ikram_balekani
Facebook: Ikram Balekani
Повторяем попытку...
Доступные форматы для скачивания:
Скачать видео
-
Информация по загрузке: