ycliper

Популярное

Музыка Кино и Анимация Автомобили Животные Спорт Путешествия Игры Юмор

Интересные видео

2025 Сериалы Трейлеры Новости Как сделать Видеоуроки Diy своими руками

Топ запросов

смотреть а4 schoolboy runaway турецкий сериал смотреть мультфильмы эдисон
Скачать

BER BI ARÊ DOJEHÊ VE

Автор: XEM NEWA

Загружено: 2025-10-13

Просмотров: 1882

Описание: Söz: Kazım Söylemez

#kurdishmusic #kurdish #music


BER BI ARÊ DOJEHÊ VE

Lê lê yarê konê me rabû ji nava waran
Li pê me ma ye ba û bahozên bê ewr û baran
Ji xerabeyên me revîyan kund û hec hecikên reşaya
Bi tenê di nîvşevê de dilorîne lê yarê bilbilê vî dila

Ay lê yarê delalê lê yarê hewarê lê yarê
Ay lê lê yarê delalê lê yarê hewarê lê yarê

De lê tu bû ava şîn gula ber dilê minê
Lê lê yarê reşçavên te bû keskesora bihara mina
De lê lê bi tenê tu bû roj û hêyva min a li dinyayê
Lê yarê beyî te mal û war mîna ka firîya ji vî dila

Ay lê yarê hewarê lê yarê delalê lê yarê
Ay lê lê yarê hewarê lê yarê delalê lê yarê

Ez çi bikim li vî dilî bêyî bedena mina
Tu dibêji qe ji vî cesedî re mêvan bû çû xwe havêtîye nav xwîna ji gula
Li dilê te tepi repi bê xew dinihêre li wan çavan
Qe sekin lê tunneye xwe daye ber wan hunguv lêvan

Ay lê yarê delala dilê xem neva yê
Ay lê lê yarê delala dilê xem newa yê

Min bala xwe da jorî li evîndarên nav danîne li ezman
Ne Zeûs û Hera ne jî Parîs û Helena weke vê evînê
Jahr û şekir li hev nexistine
Ne jî dahf û feqên bi xencerên zêrîn evîneke ewqas bêsûc û pîroz dîtine

Lê lê lê yarê delala ber dilê minê yarê
Wey lê lê yarê delala ber dilê minê lê yarê

Li çol û çîyan gerîyam çareyeke ji min û te ra
Di bin sîya min digerîya Mecnûn li germîyanê bê per û dara
Li çîyayên ji bedena min hûr diketin bi rev diçû Ferhad ber bi Şêrînê
Lê qe şerm e tew ez behsê bikim li ser Romeo û Julîyetê li ber vê evînê

Lê lê lê yarê hevala cinên paş çîya û binê deryayê
Lê lê yarê lê lê hevala cinên paş çîya û binê deryayê

Li Cizîra Botan bi daf û gefên Mîr û xulaman berî dan çûyînê Mem û Zînê
Li pê xewn û xeyalê Xecê ruh dabû Sîyabend li ser tahtên Sîpana Xelatê
Ma çi ji min kême lê yarê ez jî ji wî welatî hatime
kû dil perçivand li Cîgerxwîn û
Berê wî da rêça azadî û evîndarîyê

Lê lê lê yarê welatê min bi tenê tu maye li vê dinyayê
Lê yarê lê lê yarê welatê min bi tenê tu mayê li vê dinyayê

Xweda hilm da çav binihêre li dinya
Lê dîsa mijûl bûm bi xema dila
Çavên Yaqûp bû ê perde ketibû ser kû nebîne dera dinya
Lê vî dilê min e kû dinya girê daye bi reş bijankên te va

Lê lê lê yarê bê yî te ez bû me bêwar û bêmalê.
Lê yarê lê lê bêyî te ez bûme bêwar û bêmalê yarê.

Ma şewata Îbrahîm bi hilma Xweda bi carekê çû der
Ya Reb sebra kû te dayîbû Eyyûb
li dilê min bû înyad di sekna nav wî agirê kû gûr dibi bi nefesa yarê


Lê lê yarê delalê lê yarê hewarê lê yarê
Lê lê yarê lê delalê lê yarê lê hewarê lê yarê

Lê li Beheşta Xweda ne Adem ewqas gul reşand li dora Hewa
Ne jî qesra Zuleyxan ewqas bi qîymet bû li ber vê evîna terkî dinya
Towbe dikim bi hêvîya ji Rebbê Alemê lê arê hebûna îblîs jî ne ewqas germ bû
weke dilê minî dinya û axîret danîye bin linga

Lê lê lê yarê hewarê lê yarê delalê lê yarê
Lê lê yarê lê lê hewarê lê yarê delalê lê yarê.

Lê felek û qederê qedexe kirîye li min helesora sêvê danîye li ser wê lêvê
Bila min bixwara ew sêva û negihîştima qîyametê
biçima teva wê arê dojeha Xweda
Bi layiqê arê vê evînê belkî agirê dojehê sar biba li vê bedenê

Lê lê lê yarê delala ber dilê minê yarê
Lê lê lê yarê dilê min bi xwe tu maye yarê
Lê lê lê yarê lê lê delala ber dilê minê lê yarê
Lê yarê dilê minê lê lê yarê dilê minê lê.

Не удается загрузить Youtube-плеер. Проверьте блокировку Youtube в вашей сети.
Повторяем попытку...
BER BI ARÊ DOJEHÊ VE

Поделиться в:

Доступные форматы для скачивания:

Скачать видео

  • Информация по загрузке:

Скачать аудио

Похожие видео

DILBER & ÇEKDAR – Dilberê Evînê | Klip Nû 2025 (Kurdish Music Video)

DILBER & ÇEKDAR – Dilberê Evînê | Klip Nû 2025 (Kurdish Music Video)

Ahmet Kaya En Sevilen 5 Şarkı

Ahmet Kaya En Sevilen 5 Şarkı

Diyar Dersim - Welat - Symphony Music Video ©2024

Diyar Dersim - Welat - Symphony Music Video ©2024

Elif Koç - Min ji te hezkir lê Gulê

Elif Koç - Min ji te hezkir lê Gulê

XEM NEWA Bi Bîhna Gul Şeyda

XEM NEWA Bi Bîhna Gul Şeyda

Hozan Dino - Oy Yare (Oy hevale) REMASTERED 2024

Hozan Dino - Oy Yare (Oy hevale) REMASTERED 2024

WERE VÊ BIHARÊ

WERE VÊ BIHARÊ

مم أرارات 🤍🔥مع كلمات memarat اغاني كردي  حالات واتس اب كردية حزينة 2023 kurdish ❤️🫀

مم أرارات 🤍🔥مع كلمات memarat اغاني كردي حالات واتس اب كردية حزينة 2023 kurdish ❤️🫀

Şefîqê Tembûrvan الفنان شفيق ابو رعد

Şefîqê Tembûrvan الفنان شفيق ابو رعد

Evîn û Jinda - Rewiyen Xakurke

Evîn û Jinda - Rewiyen Xakurke

JÎYAN: demsalek, TÛ (jana dil)    instrumental music

JÎYAN: demsalek, TÛ (jana dil) instrumental music

Koma Zelal | Li Qamışlo | - (Lejontaling Edit) -

Koma Zelal | Li Qamışlo | - (Lejontaling Edit) -

منوعات كردية 🤍 kurdish music  شڤان برور /ديار ديرسم/هوزان دينو/

منوعات كردية 🤍 kurdish music شڤان برور /ديار ديرسم/هوزان دينو/

Brader - Sewdasiza Min

Brader - Sewdasiza Min

Dengê Kurdistan Şivan Perwer li Newroza Festivala Köln 2025 الفنان القدير شفان برور في نوروز كولن

Dengê Kurdistan Şivan Perwer li Newroza Festivala Köln 2025 الفنان القدير شفان برور في نوروز كولن

Şikriya Şikriya  -  Kurdish Remix High Energy Deep House l Kürtçe Halk Muzik Deep House

Şikriya Şikriya - Kurdish Remix High Energy Deep House l Kürtçe Halk Muzik Deep House

Avesta - En sevilen şarkıları

Avesta - En sevilen şarkıları

Bilind Ibrahim & Berjîn Kaplan  - Ye Te Me

Bilind Ibrahim & Berjîn Kaplan - Ye Te Me

Rojda û Dengbêj Şakiro - Wey Dil [Dûet]

Rojda û Dengbêj Şakiro - Wey Dil [Dûet]

Bilmez Idim Dert Verer - Belke Cox Incitmisem

Bilmez Idim Dert Verer - Belke Cox Incitmisem "Sensizlik" | Cover 2025 (Ferid Sumqayit)

© 2025 ycliper. Все права защищены.



  • Контакты
  • О нас
  • Политика конфиденциальности



Контакты для правообладателей: [email protected]