XORTEKÎ GUND
Автор: Mehmet Veli Karadeniz
Загружено: 2026-01-29
Просмотров: 80
Описание:
Gotin û Muzîk Mehmet Veli Karadeniz
Wêne Lukman Ahmad
XORTEKÎ GUND
Ez xortekî li gund bûm
Tu keçek pozbilind bû
Bavê te dewlemend bû
Ez xizanek reben bûm
Nikarîbûm bi vî dilî
Li ser te bi bûm delî
Rojek li min nenerî
Ji ber min xwe da alî
Malek we li bajêr bû
Qesra we li rex gund bû
Cihê herî bilind bû
Ji bo me xeyalek bû
Rojek nehat ber pacê
Têr neketim ferecê
Dil hesreta wî wecê
Tu nehatî lê Xecê
Dîtina te zahmet bû
Xeyala wê jî xweş bû
Peyva bi te re zor bû
Ji bo na min xewnek bû
Dem û dewran digere
Ez tê me tu dihere
Mal qirêja desta ye
Gah ji ter gah ji min re
Повторяем попытку...
Доступные форматы для скачивания:
Скачать видео
-
Информация по загрузке: